Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qubînê ya Êlihê, petrola ku ji boriya veguhestinê herikî tevlî çemê li gund bû û bû sedema pîsbûna avê.
Li nêzîkî gundên Bimerê û Şêdirkê yên Qubînê li Kêlgeha Berhemanîna Petrolê ya Slivankayê ji boriya veguhastinê petrola xav herikî û tevlî çemê gund bû.
Ji ber herikîna petrolê ava çem pîs bû.
Serokê Komeleya Xwebexşên Jîngehê ya Êlihê û Berdevkê Platforma Jîngehê Hasan Argunaga derbarê bûyerê ragihand:
“Petrol diherike çavkaniya avê û ew dibe sedema karesateke jîngehê.
Divê çavkaniyên avê ewle bin û ji bo ku petrola madeyên dibin sedema nexweşiyên pençeşêrê di nav de hene, nebin sedema qirêjiyê divê demildest bê paqijkirin û zerarên gundiyan bên qerebûkirin.”
Hasan Argunaga herwiha got ku di demên dawî de zanyariyên herikîna petrolê ji kêlgehên petrolê yên Ramana Rojava û Şelmoyê ji wî re diçin.
Argunaga bangî Saziya Jîngeh û Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Êlihê, Saziya Çandinî û Daristanan a Êlihê û Kompanya Petrolê ya Tirkiyeyê kir û xwest ku derbarê zêdebûna herikîna petrolê ji boriyan zanyariyan bidin raya giştî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse