Abdullah Zeydan: Hêviya aştiyê geş bû

04-04-2024
Nîşan Abdullah Zeydan Aştî YSK Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan got, “Piştî biryara YSKyê hêviya aştiyê û jiyana azad geş bûye.”

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 55,48ê dengan wergirtin û bû yekem.

Lê lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar da mazbataya şaredarbûnê bide namzedê AK Partiyê ku li Wanê bûbû duyemîn.

Piştî vê yekê gelê Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daket kolanan û bertekeke gelekî tund nîşanî vê biryarê da.

Polîs û leşkeran li gelek cihan êrişî xelkê kir, zarok jî di nav de şkence li xelkê hat kirin.

Lê milet ji ser a xwe nehat xwarê û protesto berfirehtir û mezintir bûn.

Li hêla din, gelek kesayet û aliyên siyasî jî piştgirî da Abdullah Zeydan.

Piştî van rûdanan Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) biryar da ku mazbatayê bide Abdullah Zeydan.

Zeydan piştî biryara YSKyê bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Abdullah Zeydan spasiya kesayetên wekî Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, Leyla Zana, Ahmet Turk, Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari, Selçuk Mizrakli, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sabahat Tuncel, Bekîr Kaya û hemû girtiyên siyasî û parlamenterên DEM Partiyê kir.

“Biryarê hêvî geş kirin”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan biryara YSKyê bi bîr xist û got:

“Biryara YSKyê ya ku esasê wê edalet û hiqûq e, hêviyên ji bo pêkanîne serdestiya hiqûqê, avabûna aştiya civakî, heviyên aştiyê, îradeya jiyana bihevre ya azad û birûmet geştir kirine.”

“Êdî dema xizmetê ye”

Abdullah Zeydan di dawiya peyama xwe de got:

“Êdî dema xizmetê ye, bila şik û gumana kesî nebe ku em dê xizmeta layîq bigihînin gelê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst