HPGyê ragihand ku fermandara YJA Starê canê xwe ji dest daye

04-04-2024
Nîşan HPG YJA Star Edessa Cejna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku fermandara YJA Starê Edessa Cejnayê canê xwe ji dest daye.

Hat eşkerekirin ku navê fermî yê Edessa Cejnayê Ece Yilmaz e.

Bi eslê xwe ji Cizîrê ye lê li Êlihê hatiye dinê û li metropolên Tirkiyeyê mezin bûye.

Li gorî daxuyaniyê, Edessa Cejnayê 14ê Çiriya Paşîna 2023yan li Dêrsimê di bombebaranekê de canê xwe ji dest daye.

Edessa Cejna sala 2001ê tevî refên gerîlayan bûye û li Xakurkê, Gever, Gare û Zagros û Dêrsimê maye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de gelek wêneyên Edessa Cejnayê û dîmenên ku behsa jiyana xwe dike jî belav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst