Nêçîrvan Barzanî ji Bexdayê daxwaza qerebûkirina Kurdên Feylî dike

04-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku erka xwe li hemberî Kurdên Feylî pêk bîne û ji aliyên madî û medenî ve wan qerebû bike.

Îro 4ê Nîsaana 2023yan  di ser jenosîd û bêserûşûnkirina Kurdên Feylî re 43 sal derbas dibin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi boneya 43yemîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku erka xwe li hemberî Kurdên Feylî cîbicî bike.

Nêçîrvan Barzanî di peyam xwe de dibêje: “Îro 43 sal li ser tawana jenosîda û bêserûşûnkirina xwişl û birayên me yên Kurdên Feylî re derbas dibin û em şehîd û qurbaniyên wan tawanan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Barzanî tekez dike ku tişta ku bi serê Kurdên Feylî hat kirin paqijkirina etnîkî ya nijadperestane bû û dibêje: “Bi dehan hezar welatiyên bê guneh hatin bêserûşûnkirin. Bi sedan hezar  kes ji wan hatin sirgûnkirin, dest bi ser mal û milkên wan de hatin girtin û ew bê nasname hatin hiştin.”

Barzanî amaje bi wê yekê dike ku ew tiştê ku bi ser Kurdên Feylî de hatiye, tenê ji ber ku ew Kurd bûn û parastina nasname û mafên miletê xwe yên rewa dikirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herî dawî di peyam xwe de daxwaza qerebûkirina Kurdên Feylî dike û dibêje: “Nasandina vê tawanê wek jenosîd ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ve, hikûmet û dewleta Iraqê dixe bin berpirsyariya yasayî û mirovî bo qerebûkirina qurbaniyan. Bi vê boneyê em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku erkê xwe pêk bîne, bi qerebûkirin û vegerandina hemû mafên medenî û madî yên Kurdên Feylî.

Silav û rêz bo giyanê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan ên serbilind. Qurbanî û dilsoziya xwîşk û birayên me yên Kurdên Feylî, cihê şanaziya gelê me ye û her dem di bîra me de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst