Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kir

04-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li gel şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê 4ê Nîsanê belav kiriye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke pilebilind a hikûmetê serdana Bexdayê dike û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî re dicive.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî derbarê pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi taybet jî qonaxên dawî yên rêkeftina derbarê dosyeya petrolê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin.”

Li gor agahiyên Rûdawê, Wekîlê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed, Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Encumena Wezîran Omêd Sebah û Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Faris Îsa di şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih girtine.

Mesrûr Barzanî jî di twîtekê de li ser serdana îro ya bo Bexdayê ragiahndiye: “Ez di rê de me ber bi Bexdayê ve, ji bo ku derbarê qonaxên dawî yên rêkeftina me ya li ser destpêkirina hinardeya petrolê de gotûbêj bikin.”

Serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê di demekê de ye ku ew 12 roj in hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê hatiye rawestandin û şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo çareserkirina nakokiyan û dubare destpêkirina hinartina petrolê mijûlî danûstandinê ne.

Li gor rêkeftinê, Kompanyaya SOMO ya ser bi Wezareta Petrola Iraqê dê petrola Herêma Kurdistanê bifiroşe, dahata wê jî dê li hesabeke bankî bê danîn û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yan nûnerek ku serokwezîr wî/ê erkdar dike, dê desthilata bikaranîna wî pereyî hebe.

Hewlêr û Bexdayê komîteyek ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ava kirine. Wezîrê Derve yê Iraqê D. Fuad Husên, Wezîrê Avedankirinê yê Iraqê Bengîn Rêkanî, Wekîlê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed û Serokê Dîwana Encumena Wezîran endamên komîteyê ne û nûnerên Herêma Kurdistanê ne.

Ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve jî, Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenî, Birîkarê Wezîrê Petrolê bo Derxistina Petrolê Basim Mihemed, Rêveberê Kompanyaya SOMO Emmar Ebdullah û tîmeke teknîkî ya ji Encûmena Wezîran têde endam in.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî serokatiya komîteyê dike û ew komîte dê heya wê demê bixebite ku Hikûmeta Iraqê projeqanûna petrol û gazê bişîne parlamentoyê û tê pesendkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst