Erebekî hawirde pereyên welatiyekî Kurd li Raco dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Raco yê herêma Efrînê, erebekî hawirde pereyên kalemêrekî Kurd dizîn.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihand ku erebekî hawirde 1400 dolar û 2000 lîreyên tirkî yên pîremêrê Kurd Mihemed Dado dizîne.

Li gor rêxistina navborî, piştî ku welatiyê Kurd pereyên xwe ji ofîseke veguhestina pereyan li bajarokê Raco wergirtine, erebekî hawirde xwe gihandiye wî û pereyên wî dizîne.

Pîremêrê Kurd Mihemed Dado 73 salî ye û xelkê gundê Badîna yê ser bi nehiyeya Raco ya Efrînê ve ye.

Efrîn ji Adara 2018an ve di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye û ji wê demê ve bi awayekî sîstematîk mafên xelkên resen ên herêmê ku Kurd in, tên binpêkirin.