Mesrûr Barzanî bo Rûdawê: Rêkeftina îro ya bi Bexdayê re dê bibe bingeh ji bo qanûna petrol û gazê

Hewlêr (Rûdaw) – Îro piştî îmzekirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di preskonferansa hevbeş a ligel Serokwezîrê Iraqê de li Bexdayê ji Rûdawê re ragihand, “Ev rêkeftin demkî ye û prensîbên wê dê di bûdce û qanûna petrol û gazê de cih bigirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro ji bo îmzekirina rêkeftina navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîyaa Sûdanî re civiya.

Piştî civînê, di merasîmekê de rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê rayedarên Hewlêr û Bexdayê û di bin serpireştiya Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiyaa Sûdanî de hat îmzekirin.

Paşê her su serokwezîr di preskonferansekê de amade bûn û derbarê rêkeftina îro ya Hewlêr-Bexdayê ya derbarê hinartina petrolê de daxuyanî dan.

Sûdanî: Rêkeftin di berjewendiya hemû iraqiyan de ye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî ragihand, ev rêkeftina îro “di berjewendiya hemû iraqiyan de ye.”

Sûdanî diyar kir, “Li ser bingeha biryara Dadgeha Parîsê, hinardekirina petrolê hatibû rawestandin. Rawestandina hinardekirina petrolê zirar gihandiye Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Sûdanî tekez jî kir, “Em bi fikar in ku kêmasî di budçeyê de zêdetir nebe.”

Serokwezîrê Iraqê herwiha got, “Ev lihevkirin li ser esasê rastbêjî û karê hevbeş ê ji bo çareseriyê bû” û destnîşan kir, divê rayedarên teknîkî demildest rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê cîbicî bikin.

Mesrûr Barzanî:

Di heman preskonferansê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê Senger Ebdulrehman de ragihand: “Ev rêkeftin demkî ye û prensîbên wê dê di bûdce û yasaya petrol û gazê de cih bigirin.”

Mesrûr Barzan got: “Niyeta me rêkeftin bû. Bi hewldên birêz Sûdanî ev rêkeftin dê wek xwe were cîbicîkirin û dê bibe destpêka hemahengiya zêdetir di navbera her du aliyan de... Ev rêkeftin ji bo hemû Iraqiyan giring e û dê bibe bingehê bûdce û yasaya petrol û gazê.”

Piştî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê ew 12 roj in ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê hatiye rawestandin.