Şaredariya Dêrsîmê dema karkirina karmendan kêm kir

Dêrsim (Rûdaw) - Şaredariya Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê, bi kar û projeyên xwe yên balkêş navê xwe derxistiye. Vê carê jî demjimêrên karê karkeran kêm kirine û wê êdî karker 7 demjimêran kar bikin. Her wiha mûçeyên wan jî hate zêdekirin. Cîgirê Serokê Şaredariya Dêrsîmê jî dibêje, wan li gel nêzîkbûna cejna karkeran ev biryar daye û karkerên wan jî bi vê biryarê gelekî dilxweş bûne.

Karkerên Şaredariya Dêrsîmê dema karkirina wan a rojane hatiye kêmkirin û mûçeyê wan hatiye zêdekirin.

Şaredariya Dêrsîmê bi girêbesta ligel Sendîkaya Karê Giştî, dema karkirina karkeran ji 8 demjimêran bo 7 demjimêran kêm kir û mûçeyê wan %85 zêde kir. Şaredariya Dêrsîmê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji wan şaredariyan e ku destkeftên karkeran gelekî baş in.

Cîgirê Serokê Şaredariya Dêrsîmê Umut Kaya dibêje: “Me wek têgihiştina rêvebirina şaredariyê, bo roja 1ê Gulanê jî mafê îkramiyeyê dabû hevalên xwe yên kedkar. Di heman demê de di 15-16ê Hezîranê de jî mafê îkramiyeyê bidest xistibûn. Vê carê jî me dema karkirina wan a rojane demjimêrekê kêm kir.”

Karkerên Şaredariya Dêrsîmê jî ji biryara daxistina dema kar û zêdekirina mûçeyan kêfxweş in.

Karkerê Şaredariyê Ali Kemal Yildiz got: “Ji bo karker bikaribe karên xwe yên taybet bike û ligel malbata xwe zêde wext derbas bike demjimêrek kêm kirin. Ev jî ji aliyê karkeran ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.”

Karkerê Şaredariyê Ali Mukan jî dibêje: “Ev maf berê encama têkoşîna karkeran bû. Bi saya wan me ev maf stand, em spasdarê kedkaran in.”

Şaredariya Dêrsîmê ji salên 2004 heta 2019an ji aliyê partiyên SHP, DTP û BDPê ve hat birêvebirin, ku partiyên kevneşopiya HDPê bûn û di hilbijartinên sala 2019an de Partiya Komunîst a Tirkiyê bi ser ket û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tekane şaredarî ye ku ji aliyê serokekî komunîst ve tê birêvebirin.