Li Amedê kesek hat kuştin; Li ser serê cenaze sekinî heta polîs hat

04-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê kesekî gule li serê kesekî da ku pê re nîqaş dikir û ew kuşt. Piştî bûyera kuştinê, kesê kujer li ber cenazeyê kesê kuştî rawestiya û li benda polîsan sekinî.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, kesekî bi sedemeke nediyar li nêzîk rawestgeha wesayîtên veguhastina giştî ya Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê bi demançeyê gule li kesekî reşandin û di encamê de ew kes hat kuştin.

Hatiye ragihandin, ku kesê kujer navê wî M.Î.Ş û 22 salî û kesê ku hatiye kuştin jî navê wî M.F.T û 31 salî ye.

Piştî bûyerê, hejmarek zêde ya polîs, hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê. Li gor pişkinînên destpêkê yên wan tîman derket holê ku kesê bi navê M.F.T ku gule lê ketibûn, di cih de jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê M.F.T ji bo otopsiyê rakirin Tiba Edlî ya Amedê.

Heta niha sedema bûyerê û hûrgilî nehatine zanîn.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li aliyê din Tigris haberê belav kiriye ku bûyer îro derdora di seat 11.40an de qewimiye. Li gor zanyariyên ku wê çavkaniya nûçeyan belav kirine, M.Î.Ş ji nişka ve çeka xwe kişandiye, û li ser hev gule li M.F.T reşandiye ku li baxçeyê sekinîbûye.

Li gor agahiyan, piştî ku M.Î.Ş gule berdane M.F.T bi çeka xwe li ser serê cenazeyê wî rawestiyaye û li benda hêzên polîs maye û kiriye qêrîn û gotiye: “Bila kes nêz nebe, ev meseleya namûsê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst