Hewlêr û Bexdayê peymana hinardekirina petrolê îmze kirin

04-04-2023
RÛDAW
Dema îmzekirina rêkeftina îro ya navbera Hewlêr û Bexdayê.
Dema îmzekirina rêkeftina îro ya navbera Hewlêr û Bexdayê.
Nîşan Hewlêr Bexda Petrol Petrola Kurdistanê Rêkeftina Petrolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêkeftina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îro li Bexdayê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzakirin.

Piştî 12 rojan ji rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Bender Ceyhan a Tirkiyê ku ji ber biryara Dadgeha Tehkmî ya Navneteweî ya Parîsê di 24ê Adarê de hat rawestandin, îro Hewlêr û Bexda li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kirin û rêkeftinek îmze kirin.

Bi armanca îmzekirina rêkeftina hinardekirina petrolê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê îro gihîştibû Bexdayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî re hevdîtin pêk anî û paşê endamên şandên herdu aliyan rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze kirin.

Şanidyê Rûdawê yê li Bexdayê, Senger Ebdulrehman ragihand, Rêkeftina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat îmzekirin, li gor rêkeftinê posta Cîgirê Rêvebirê Kompanyaya SOMO ya Iraqê dê ji bo Kurdan be.

Piştî îmzekirina rêkeftinê, herdu serokwezîrên Iraqê û Herêma Kurdistanê di preskonferanseke rojnamevanî ya hevbeş de amade bûn û herdu aliyan rêkeftina nû ya petrolê ya di navbera Hewlêr-Bexdayê de wek giring bi nav kirin û gotin, ku ev rêkeftin dê bibe destpêkek ji bo rêkeftinên zêdetir.

Di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Em dê ji bo qanûna neft û gazê sûdê ji vê rêkeftinê bibînin. Prensîbên vê rêkeftinê di budce û qanûna petrol û gazê de cih digirin.”

Di beşeke din a axaftinên xwe de, Mesrûr Barzanî got: “Niyeta me rêkeftin bû. Bi hewldên birêz Sûdanî ev rêkeftin dê wek xwe were cîbicîkirin û dê bibe destpêka hemahengiya zêdetir di navbera her du aliyan de... Ev rêkeftin ji bo hemû Iraqiyan giring e û dê bibe bingehê bûdce û yasaya petrol û gazê.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sûdanî jî di axaftina xwe de ragihand: “Li ser bingeha biryara Dadgeha Parîsê, hinardekirina petrolê hatibû rawestandin. Rawestandina hinardekirina petrolê zirar gihandiye Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Sûdanî tekez jî kir, “Em bi fikar in ku kêmasî di budçeyê de zêdetir nebe.”

Serokwezîrê Iraqê herwiha got, “Ev lihevkirin li ser esasê rastbêjî û karê hevbeş ê ji bo çareseriyê bû.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst