Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir Kurdên Feylî qerebû bike

04-04-2022
RÛDAW
Nîşan Kurdên Feylî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 42mîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir û got, “Em ji Hikûmeta Iraqê daxwaz diki ku Kurdên Feylî qerebû bike.”

Îro Duşemê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê 42mîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî bibîranî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand, Kurdên Feylî tenê ji ber ku piştgiriya şoreşê kirin û daxwaza mafên gelê Kurdistanê dikirin hatin şehîdkirin.

Neçîrvan Barzanî diyar dike, bi sed hezaran kesên sivîl ji Kurdên Feylî di operasyoneka komkujiyê de bi destê rejîma berê ya Iraqê rastî veguhestin, derxistin û bê nasnameyiyê hatin û bi deh hezaran kes jî hatin windakirin.

Dadgeha Bilind ya Iraqê ev tawan wek cenosîd nas kiribû, li ser vê yekê Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Di demekê de Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ew tawan weke cenosîd nas kiriye, di vê bîranînê da, em daxwazê ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku Kurdên Feylî qerebû bike û bi temamî pirsgirêka vegerandina nasnameyan, zevî û milkê wan çareser bike û ji bo wan dadperweriyê misoger bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst