PAK: Kurdên Feylî rûbirûyê jenosîdeke mezin bûn

04-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) i 42yemîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir û tê de got: “Em jenosîda ku li Kurdên Feylî hatiye kirin rûreş dikin, şehîdên xwe bi giramî bi bîr tînin.”

PAKê bi peyamekê 42yemîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî bibîranî û ew komkujî şermerzar kir.

Di peyama xwe de PAK dibêje: “Rejîma Beasê ya Sedam Husên ê dîktator, bi biryara 666ê ya Konseya Fermandariya Rejîma Beasê di sala 1980yî de nasnameya hemwelatîyê ya 300.000 Kurdên Feylî jê stand û bi hezaran Kurdên Feylî ji aliyê Rejîma Beasê ve hatin revandin, wendakirin û hatin kuştin. Kurdên Feylî rû bi rûyî jenosîdeke mezin bûn.”

PAK wiha behsa kiryarên hikûmetên Iraqê yên li dijî Kurdên Feylî dike: “Di navbeyna salên 1935ê û 1960ê de, rejîmên ku li Iraqê hatin ser hikum,  bi heceta ku ji ‘mezheba Şîe’ ne, zext û zilmeke mezin li Kurdên Feylî yên li bajarên wek Bexdat, Besra, Vasît û Mendelînê de dijîyan kirin da ku mecbûr bimînin koçî Îranê bikin. Piştî ku Partiya Beasê di sala 1970yê de hate ser hikum, li Kerkûkê û li hemû navçeyên Kurdistanê yên ku îro mijara madeya 140î ne, dest bi sîyaseta  ‘Erebkirina’ van navçeyan kir û  bi armanca tunekirin û koçberkirinê êrîşeke mezin bir ser Kurdên Feylî.  Sedam Husên û Rejîma Beasê, di navbeya salên 1970 û 1980yî de, zilm û neheqî û siyaseteke ji hevdu belav kirinê li ser Kurdên Feylî meşandin.

Di navbeyna salên 1970 û 1980yî de,  Rejîma Beasê, 132 hezar Kurdên Feylî sirgûnî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir. Rejîma Beasê, di sala 1980yî de, nasnameya 300 hezar Kurdên Feylî yên ku piranîya wan li bajarên wek Bexdat, Besra, Vasît û Mendelînê de dijîyan îptal kir û bi hezaran Kurdên Feylî ji alîyê Rejîma Beasê ve hatin revandin, wenda kirin û hatin kuştin. Kurdên Feylî rû bi rûyî jenosedeke mezin bûn.”

PAKê bi bîr xist ku piştî rûxandina rejîma Sedam Husên, Dadgeha Bilind ya Iraqê ev tawan wek kenosîd nas kiriye û dibêje: “Parlamentoya Federal a Iraqê di sala 2011ê de, jenosîda ku li Kurdên Feylî hatîye kirin bi awayekî fermî qebûl kir. Roja 4ê Nîsanê wek Roja Jenosîda Kurdên Feylî tê bibîranîn. Em di 42yemîn salvegera jenojîda ku li xuşk û birayên me yên Kurdên Feylî hatiye kirin, careke din qatil û jenosîdkaran rûreş dikin û em şehîdên xwe yên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst