Li Herêma Kurdistanê 13 hezar û 400 kes bûne qurbaniyên mînan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mîn ragihand, di 776 kîlometre çargoşe de ku mînkiriye û paşmayên şer tê de mane,  rûberê 260 kîlometre çargoşe maye ku divê bê pakkirin û got jî, “13 hezar û 400 kes bûne qurbaniyên mîn û teqemeniyan. Herwiha rûberê ji %33.5 axa minkirî maye ku bê pakkirin.”

Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mîn a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa, ji Rûdawê re ragihand, ji sala 1991an ta niha li Herêma Kurdistanê 13 hezar û 400 kes bûne qurbaniyên mîn û teqemeniyan ku ji wan 3 hezar kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 255 kesên din jî birîndar û kêmendam bûne.

Di beşeke din a axaftina xwe de Serokê Dezgeha Mîn amaje bi wê dike, ji sala 1992an ve karê pakkirinê li zeviyên mînkirî destpê kiriye û heta niha 39 karmendên ser bi Dezgeha Mîn û rêxistinên di warê mîn de jiyana xwe ji dest dane û 106 kes jî kêmendam bûne.

Derbarê rûberê herêma minkirî de jî Cebar Mistefa got, “Li Herêma Kurdistanê, ji 776 kîlometre çargoşe xaka mînkirî, heta niha rûberê 516 kîlometre hatiye pakkirin û 260 kîlometre çargoşe maye ku bê pakkirin. Wate; rûberê ji %66.5 hatiye pakkirin û tenê ji %33.5 maye ku bê pakkirin.”

Derbarê debaşbûna mînan bi ser parêzgehên Herêma Kurdistanê de, Cebar Mistefa ragihand, piraniya mîn û teqemeniyan li parêzgeha Silêmaniyê ne; rûberê ji %60 xaka minkirî dikeve parêzgeha Silêmaniyê.

Li Herêma Kurdistanê bi giştî du cor mîn hene; mîna dije tank û mîna dijî mirov û li ser vê yekê jî Cebar Mistefa got, “Ew ên ku li Herêma Kurdistanê hatine çandin, mînên dije mirov bûne û tenê li herêmên sînorî û di encama şerê Iraq-Îranê de mînên dije tank hene.”

Herwiha di dema Şoreşa Rizgarîxwaz a Gelê Kurd de, ew herêmên ku hatinûçûna Pêşmerge tê de hebû jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ya wê demê ve hatine mînkirin.

Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mîn dibêje, “Mînên dije mirov li dijî hêzên Pêşmerge hatine danîn ku cihên wan nêzikî qeza û nahiyan e. Bo nimûne; li Şeqlawa, Koye, Pêncwîn û wan qeza û nahiyeyên nêzîkî herêmên çiyayî ne. Mînên dije mirov jî beşa wan a zêde du cor in; ew ên bi sûnger û yên Îtalî.”

Bi boneya Roja Cîhanî ya Hişyarîkirina Derbarê Mîn, li Zawîteya Duhokê, demjimêr 11.30ê roja Yekşemê, 4ê Nîsana 2021, paşmayên neteqeyayî tên jinavkirin.

Li gor gotina Serokê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mîn, ew mijûlî amadekirina rêbera cografî ya metirsiya min in li Herêma Kurdistanê ku herêmên mînkirî û metirsîdar ji ber mîn û teqemeniyan hatine diyarkirin û zelalkirinên pêwîst di wê rêberê de hene bo ku hemwelatî nêzikî wan cihan nebin û xwe biparêzin.