Nêçîrvan Barzanî ji bo mafên Kurdên Feylî bang li Iraqê kir

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê di 41mîn salvegera cenosayda Kurdên Feylî de peyamek belav kir û ragihand: “Ji bilî kurdbûnê û berevanîkirina li nasname û mafên rewa yên milletê xwe, ti tawan û xetayeke wan nebû.”

Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de dibêje: “Di bîranîna 41  saliya rêze tawanên cenosayd û ji welat derxistin û bêseruşûnkirina xûşk û birayên Kurdên Feylî de, em şehîd û sitemlêkiriyên jibîrneçûyên wan tawanan bi rêz û hurmet ve bibîrtînîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Ji welat derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêseruşûnkirina dehan hezarên din, jê standina welatîname û zeftkirina mal û mulkên wan, cenosaydeke nijadperestane ya Beisê bû li hember kurdên bêgunehên Feylî ku ji bilî kurdbûn û berevanîkirina li nasname û mafên rewa yên milletê xwe, çi tawan û xetayeke wan nebû.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê nasandina wan tawanan weke cenosayd ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê ve, weke biryareke dadperwerane û rewa bi nav dike û destnîşan dike: “Ew biryare dewlet û hikûmeta Iraqê dixe ber erk û berpirsiyariya qerebûkirina maddî û manewî ya qurbaniyan û ziyanlêketiyan.”

Nêçîrvan Barzanî bang li hikûmeta Iraqê dike ku erkên xwe yên yasayî, exlaqî û wîjdanî li hember Kurdên Feylî pêk bîne û dibêje: Em daxwaz ji hikûmeta Federal a Iraqê dikin wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bîne û mulk û mal û welatîname û mafên wan ên medenî û qerebûya ziyanê ji bo kurdên sitemdîtiyên Feylî vegerîne û kêşe û giriftên wan çareser bike.

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Silav û hurmet ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî. Em silav û rêz ji malbatên wan ên serbilind re dişînin. Xebat û dilsozî û qurbanîdana xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî, herdem cihê şanaziya gelê me ye.”