Li Qamişlo hêzên hikûmeta Suriyê êrîşê Asayîşa Rêveberiya Xweser kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê, gule berdan otomobîlên hêzên asayişa nanxwe, trafîk û şaredariya bajarê Qamişlo yên ser bi Rêveberiya Xweser ve. Di encamê de endamekî hêzên Asayîşê birîndar bû û ajokarê otombîlê jî canê xwe ji dest da.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo Rengîn Şero ragihand ku îro Şemiyê 4ê Nîsanê, li kêleka Çarxeriya Sebeh Behrat a Qamişloyê, hêzên hikûmeta Sûriyê gule berdan hêzên asayişa naxwe, trafîk û şaredariya bajarê Qamişlo yên ser bi Rêveberiya Xweser ve.

Li gor agahiyên destpêkê di encama teqeyê de,  endamê asayişê yê bi navê Mihemed Sebrî Elî birîndar bû şofêrê otomobîlê Wail Ciwan Salih canê xwe jidest da.

Herwiha Asayişa Rêveberiya Xweser jî daxuyaniyek da û têde ragihand, ku îro danê nîvro endamên rêjîma Sûriyê otombêleke wan a leşkerî gulebaran kirin ku otombîleke şaredariyê û herwiha otombîleke tîma tendirûstiyê jî pêre bûn û di encamê de endamekî asayişê jiyana xwe ji dest da û yekî din birîndar bû.

Asayişa Rêveberiya Xweser got, di vê êrîşê de hêzên rêjîma Sûriyê berpirsyar in.

Heta niha ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve derbarê bûyerê de ti agahî nehatine ragihandin.