Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de behsa wê dike ku cografyayê sitemeke mezin li Kurd kiriye û derbarê nêrîna Sedam a li beramber pirsa Kurd û taybet jî Kerkûkê de dibêje, Sedam bi xwe wî re gotibû ku Kerkûk bajarekî Kurdî ye.”
Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de li gel kenala MBC, behsa kesayetiya Sedam Husen li du heyamên ciyawaz dike û behsa yekem dîdara xwe ya li gel Sedam li gel wê dema piştî raperînê, weke destpêka danûstandinên di navbera serkirdayetiya Kurd û rejîma Beas bo yekem car dibîne.
Serok Barzanî dibêje, “Danûstandin berdewam bûn. Rojekê şandeke Bexdayê hate Gelale, li wir min Sedam dît, Fuad Arfî li gel bû ku kesayetekî siyasî yê Kurd bû, hevdem Sedun Xêdan û Izet Mistefa jî li gel bûn. Min peywendî li gel bavê xwe kir û got, ‘filan kes hatiye li gel şandekê’. Ew hêj nehatibû. Sedam şevekê li gel me ma. Di rastiyê de ew Sedamê ku min wê demê dît, gelek ciyawaz bû li gel wî Sedamê ku min piştî Raperînê dît li salên 1991-1992.”
Her derbarê kesayetiya Sedam Husên de, Serok Barzanî dibêje, “Wê demê Sedam zilamekî mutewazî, bicoş, zelal û rewişt bû. Kesekî mutewazî bû li gel hevpîşe û hevrêyên xwe. Lêbelê dema min sala 1991an dît, heta ew kesên ku li wir rûniştibûn ji wezîran, ti kes yek peyv jî ji gotina wî dernediket. Tenê ne li wê dema ku pirsyar lê kiriban, heta tevgerên wan jî.”
Nêrîna Sedam Husên bo pirsa Kurd û Kerkûkê
Serok Mesûd Barzanî behsa helwesta Sedam Husên li beramber pirsa Kurd dike ku wê demê Cîgirê Serokomarê Iraqê bû û dibêje, “Di rastuiyê de, roleke binçîneyî dît ji bo gihiştina bi rêkevtina Adarê, ew bicoş û biwêr bû. Di wê baweriyê de nebûm ku wî bawerî bi mafên Kurd hebe, lêbelê ew bawerî hebû eger bê û negihine rêkevtinê, ew dawî pê tê, ji ber wê yekê bicoş bû. Li gor min di çarçova rewşa xwe de bû, eger wisa nebe çima piştî 4 sal kudetayê rû da?”
Derbarê pirsa Kurd û naveroka rêkevtina Adara sala 1970an, li gor Serok Mesûd Barzanî xeletiyek hebû di wê demê de û dibêje, “Pêwîst bû pirsa Kurd her di destpêkê de, hatiba yeklakirin, pêwîst bû piştî 4 sal ji rêkevtinê, giştpirsî li Kerkûk û navçeyên din hatiba encamdan, yeklanekirina wê pirsê xeletî bû.”
Her derbarê pirsa Kerkûkê û helwesta Sedam Husên di wê demê de, li ser pirsa, ‘Gelo Sedam îtîraf bi wê dikir ku Kerkûk mafê we ye?’, Serok Barzanî dibêje, “Şexsê wî bi xwe ji min re got, ‘Kerkûk bajarekî Kurdî ye. Lêbelê bingeheke aboriyê ye ji bo pêkanîna dewletê, ji ber wê yekê em nikarin li ser razî bibin.”
Di beşeke wê hevpeyvînê de, li ser pirsa, ‘Gelo cografyayê sitem û zordarî li Kurdan kiriye?’, Serok Barzanî dibêje, “Cografyayê sitemeke mezin li me kiriye.”
Li ser pirsa, ‘ew ên rûbirûyê sitemê dibin, tirs li wê heye sitem li xelkê bikin?’ Serok Barzanî tekez kiriye, “Ew ê rûbirûyê sitemê bûbe û sitemê jî li xelkê bike, hêjayê wê ye sitemkariyeke zêdetir li beramber bê kirin.”
Şoreşa Îlonê
Serok Mesûd Barzanî, di dirêjiya dîdarê de, behsa destpêkirina Şoreşa Îlonê dike di 11ê Îlona sala 1961an dee bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî û dibêje, ew ji mezintirîn şoreşên Kurd e û derbarê sedema wê de jî diyar dike, “Ji ber ku raperîn û şoreşên din navçeyî bûn û di sînorekî diyarkirî de çê bûn û ji bo maweyeke diyarkirî jî berdewam bûn. Maweyê wan kurt bûn, salek an çend meh derbas nedikirin. Lêbelê Şoreşa Îlonê berdewam bû, cengawerên ji hemû perçên Kurdistanê tê de beşdar bûn û peywendî bi şoreşê kirin.”
Şerê Zawîte
Serok Mesûd Barzanî, şerê Zawîte di 12ê Berfanbara sala 1961an de weke ‘şerekî dîrokî’ binav kir û şerên Hendirên, hewza Rewandizê û şerê çiyayê Metîn û şerên sala 1963an weke ‘zehmettirîn sal di temenê Şoreşa Îlonê de’ pênase kir û got, “Wê salê, seferberiya giştî hebû, her yek ji Îran, Tirkiye û Sûriyê jî tê de beşdar bûn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse