Encûmena Sûriya Demokratik komîteyek bo şopandina rewşa girtiyan ava kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sûriya Demokratik (MSD) komîteyek ji bo diyarkirina çarenivîsa girtiyan pêk anî, ew komîte dê hewl bide bo dîtina wan kesên ku ji aliyê opozisyona Sûriyê ve hatine girtin dizwaze ew werin azadkirin. Malbatekç girtiyê li cem Rêveberiya Xweser, dixwaza diyarkirina çarenivîsa wî dikin.

Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Fûad Îbrahîm ku bavê 8 zarokan e, zarok mezin dibin û hîn bavê wan ne diyar e.

Fûad Îbrahîm li herêma Dêrikê hate ravandin. Malbata wî di wê baweriyê de ne ku ew li ba Rêveberiya Xweser e.

Keça wî dibêje ku berî sê salan ew di pola yekemîn de bû bavê wenda bûye û wê heta niha bavê xwe nedîtiye.

Bi gotina Xetîce Mûsa a hevjîna Fûad Îbrahîm ew ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate girtin.

Xetîce Mûsa dibêje: “Ez piştrast im ku li ba wan e,ji ber ku beriya niha de caran hewl dan wî bigirin ,em hêvî dikin ku aliyên Kurdî bigihin hev û dilê xelkê xweş bibe.”

Li Qamişlo jî MSDê komîteyek ji bo berdana girtiyan û naskirina çarenivîsa windayên li seranserî Sûriyê ragihand.

Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Qamişlo, bi beşdariya Hevseroka MSDê Emîne Umer, Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed û endamên Meclisa Serokatiyê derbarê girtiyan de civîneke rojnamevanî saz kir.

Wêneyên beşekî ji wan jî bilind dike, her çend wêneyên girtî û windayên ENKSê yên li deverên Rêveberiya Xweser di nav wan de nînin, lê banga MSDê ji her yek ji Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Sûriyê û hêzên Opozisyonyê ye ku hemû girtiyan berdin û çarenivîsa wan eşkere bikin.

Îlham Ehmed da xuyakirin ku heta niha ti bi hev guhertineke esîran di navbera MSD, Tirkiyê û brûpên çekdar û hikûmeta Sûriyê de nehatiye kirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSDê dibêje: “Me komîteyek avakir û em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku girtiyan berden banga me ji hemûyan re ye.”

Li gor amarên ne fermî nêzîkî 250 hezar girtî li ba Hikûmeta Sûriyê hene. Herwiha nêzîkî 12 hezar girtiyan li ba HSDê hene ku hejmara herî mezin ji wan girtiyên DAIŞê ne. Di heman demê de, nêzîkî 500 girtî li ba grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê jî hene.