Amed (Rûdaw) – Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û hêzên ser bi wê ve ya ser Efrînê, yekemîn karwana koçberên wî bajarî gihiştine Başûrê Kurdistanê. Her malbat xwedî serpêhatiyeke cuda ya zehmet e.
Yekemîn karwanê koçberên Efrînê gihişte başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê hatine bi cî kirin.
Malbata mam Ehmed û 8 malbatên din yên Efrînê weke yekemîn karwanê koçberan, piştî derbasbûna Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve gihiştin Başûrê Kurdistanê.
Ew dibêjin wan ji neçarî dev milk û malên xwe berdan û bi neçarî ji Efrînê derketin.
Ehmed Reşîd ji Rûdawê re got: “Em ji Reco derketin û hatin Efrînê. Li Reco û li Efrînê jî em hatin bordûman kirin. Lewma em neçar bûn hatin Sed Şehba û pey re hatin Helebê. Paşî me berê xwe da vê de rê.”
Reşîd da zanîn, ku piştî wan rê li xelkê girtine û gelek kes neçar bûne ku bi meşê werin û got: “Me gelek zehmetî li rê de dît, em li çolan razan.”
Ev malbatên koçber him zehmetî dîtin û him jî ji bo birevin serê malbatê 3 milyon lîreyên Sûriyê xerc kirin. Bi tevê vê jî beşek ji malbata xwe rizgar kirine û beşê din li Efrînê mane.
Koçberê bi navê Ehmed Efrînî jî diyar kir: “Niha bav û dayika min li Efrînê mane û heya ku ez giham Qamişlo min 3 milyon lêreyên Sûrî xeric kir. Heya ez giham Hewlêrê jî min milyoneke din jî xeric kir.”
Efrînî daxwaz kir ku rê werin vekirin û da xuyakirin, “Gelek ji malbata min li wir mane, ez dixwazim riyeke vebe ku bikaribin derkevin. Ji ber ku ew jî li jêr metirsiyê de ne.”
Niha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihiştiye hawara wan û alîkarî û pêwîstiyên rojane li ser wan belav dike.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed got: “Me pêdîviyên destpêkî ji bo wan peyda kirye. Ew malbateke biçûk in, livîn, tirmizê avê, muberide û xwarin û hin cilûberg.”
Ji ber dirêjî, giranî û dijwariya rê û dorpêça ku Efrîn di nav de ye, her kes nikare berê xwe bide Başûrê Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse