Leyla Zana û Osman Baydemîr serxweşî li Nêçîrvan Barzanî kirin

04-04-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî Wefata Dilovan Barzanî Osman Baydemîr Leyla Zana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du siyasetvanên navdar ên Bakurê Kurdistanê û parlamenterên HDPê Leyla Zana û Osman Baydemir di du pêwendiyên cuda de ji ber wefata Dilovan Barzanî serxweşî li Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.

 

Li gorî agahiyên ji ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, parlamentera HDPê ya Agriyê Leyla Zana bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ji ber koça dawî ya birayê wî Dilovan Barzanî, sersaxî ji wî û malbata Barzan re xwast.

 

Leyla Zana herwiha hêvî kir, ku xema ji dest dana Dilovan Barzanî, xema dawî ya malbata Barzanî be.

 

Herwiha parlamenterê HDPê yê Ruhayê, Osman Baydemîr jî di pêwendiyeke telefonî ya cuda de, serxweşî li Nêçîrvan Barzanî kir û daxwaza sebr û aramiyê ji wî û malbata Barzanî re kir.

 

Baydemîr herwiha hêvî kir, ku xwedayê mezin ruhê Dilovan Barzanî bi buhişta xwe ya ferah şad bike.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di wan pêwendiyên telefonî de, spasiya her du siyasetvan û kesayetên navdar ên Bakurê Kurdistanê, Leyla Zana û Osman Baydemîr kir.

 

Birayê Nêçîrvan Barzanî, Dilovan Barzanî pêr roja Duşemî 2ê Nîsana 2018ê li bajarê Hewlêrê bi celteya dil koça dawî kir.

 

Merasîma şîna Dilovan Barzanî ji doh Sêşemiyê ve li bajarokê Pîrmamê birêve diçe û îro jî duyemîn û dawîn roja taziyê ye.

 

Heta niha bi dehan serkirde û rayedarên cîhanî, herêmî û Kurdistanî û kesayetên navdar peyamên sersaxiyê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re şandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst