Yekgirtûya Îslamî piştgirî da Encûmena Parêzgeha Kerkûkê

04-04-2017
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Yekgirtûya Îslamî Kerkûk Ala Kurdistanê
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Herdu fireaksiyonên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê yên parlamentoya Kurdistanê û ya Iraqê piştgirî dan biryarên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê derbarê bilindkirina alê û referandûmê de.

 

Serokê Freaksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Mûsenna Emîn îro Sêşemê 04-04-2017 di civîneke rojnamevanî de ragihand, herdu freaksiyonên partiya wan a di parlamentoya Kurdistanê û ya Iraqê de, piştgirî didin biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê de.

 

Emîn got; “Weke parlamenterên kurd ên parlamentoya Iraqê me ragihandiye, ku çiqas mafê hikûmeta federalî li ser Kerkûkê hebe, ew hinde mafê Herêma Kurdistanê, gelê kurd û pêkhateyên Kerkûkê jî heye.”

 

Musenna Emîn herwiha diyar kir; “Hildana Ala Kurdistanê bi ti awayî li dijî destûr û yasayên Iraqê nîne, çimkî di madeya 110 a destûra Iraqê de bi eşkere behsa hikûmeta îtîhadî hatiye kirin. Ti amaje bi alê ve nînin.”

 

Encûmena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kuridstanê were bilindkirin.

 

Rêveberiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî piştgirî dane vê biryarê.

 

Roja 1ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê biryar da, ku li Kerkûkê ji bilî Ala Iraqê ti aleke din neyê bilindkirin.

 

Roja 2ê Nîsanê Serokê Parlamentoya Iraqê soz da freaksiyonên kurdî heta di navbera aliyên Iraqê de lihevkirin nebe, ev biryar neyê pêkanîn û roja 3ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê ji bo zelalkirina vê mijarê biryar da komîsyonek were sazkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst