Polîsan bi ser Şaredariya Rezan de girt

Amed(Rûdaw) – Polîs û hêzên taybet ên dewleta Tirkiyê bi ser Şaredariya Rezan a Amedê de girt. Di encama operasyonên polîsan de Alîkar Hevşaredarên Baxan jî di nav de herî kêm 2 kes hatin binçavkirin.

 

Peyamnerê Rûdawê li Amedê Serkan Înce ragihand ku îro berbanga sibê polîs û hêzên taybet ên dewleta Tirkiyê bi ser Şaredariya Qezaya Navendî ya Rezan a Amedê de girt û di şaredariyê de lêgerîn pêk anîn.

 

Hêzên ewlekarî ya dewletê di heman demê de bi ser malên xebatkarên şaredariyê de jî girt.

 

Alîkarê Hevşaredarên RezanMûrat Satici û xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê yê bi navê Xelîl Aslanli li malên xwe hatin binçavkirin.

 

Sedem û hinceta biserdegirtina avahiya şaredariyê û malên xebatkarên wê heta niha nehatiye eşkerakirin.

 

Heta niha ji bo 83 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) karmendê dewletê qeyûm hatine danîn. Di nav van 83 şaredariyan de 10 bajar, 64 qeza û 9 bajarok hene.