Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara referandumê da

04-04-2017
RÛDAW
Kerkûk
Kerkûk
Nîşan Kerkûk Giştpirsî Encûmen
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da ji bo diyarkirina çarenivîsa parêzgehê giştpirsî were kirin.

 

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro bi armanca dengdana liser referandûmê civiya û bi piraniya dengan biryar pesend kir.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî di civîneke çapemeniyê de ragihand; “Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar da giştpirsî were kirin. Hemû tirkmen û erebên resen ên bajêr jî piştgiriyê didin vê biryarê.”

 

Talabanî eşkere kir, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê daxistina Ala Kurdistanê de jî red kir û diyar kir, ku dê Ala Kurdistanê li hemû sazî û dezgehên Kekrûkê were bilindkirin.

 

Rêbwar Talabanî ji ber nameya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî spasî kir û ji hikûmeta Iraqê jî daxwaz kir, ku ji bo pêkanîna giştpirsiyê kar bike.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê got; “Eger hikûmeta Iraqê ji bo referandûmê kar neke û pêk neyne, wê demê mafê Parêzgeha Kerkûkê ye daxwaza alîkariyê ji Neteweyên Yekbûyî yan jî ji aliyeke din bike. Dibe ji Herêma Kurdistanê jî daxwaza alîkariyê bike.”

 

Encûmena Parêzgeha Kekrûkê roja 28ê Adarê biryar da, ku li tevahî sazî û dezgehên parêzgehê Ala Kuridstanê were bilindkirin.

 

Rêveberiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî piştgirî dane vê biryarê.

 

Roja 1ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê biryar da, ku li Kerkûkê ji bilî Ala Iraqê ti aleke din neyê bilindkirin.

 

Roja 2ê Nîsanê Serokê Parlamentoya Iraqê soz da freaksiyonên kurdî heta di navbera aliyên Iraqê de lihevkirin nebe, ev biryar neyê pêkanîn û roja 3ê Nîsanê jî Parlamentoya Iraqê ji bo zelalkirina vê mijarê biryar da komîsyonek were sazkirin. 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst