Riyad Hîcab: Nûneritiya Kurdan ENKS dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serok giştî yê Desteya Bilind a Danûstandinên Jenêvê Riyad Hîcab got, kurd jî ji gelê Sûriyê yên sereke ne û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nûneritiya Kurdan dike.

Serok giştî yê Desteya Bilind a Danûstandinên Jenêvê Riyad Hîcab di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de got: “Derbarê paşêroja Sûriyê de Desteya Bilind a Dijbereya Sûriyê biryarê bide, em ê rêzê bidin biryara gelê Sûriyê.”

Riyad Hîcab diyar kir ku ewê pabendê biryara ji aliyê gelê Sûriyê ve bê dayîn û wiha domand:

“Kurd miletek sereke yê Sûriyê ne. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê nûneritiya Kurdên li Sûriyê dike.”

Hîcab amaje kir ku hikûmeta Sûriyê bûye sedema koçberkirina gelê sûrî û got: “Esed ji bo desthilatdariya xwe Sûriyê anî van rojan. Meşrûiyeta hikûmeta Esed nemaye. Baweriya kesî bi wî êdî naye.”

Herwiha Hîcab anî ziman federasyona Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê bi zorê hatiye ragihandin û ji ber wê yekê federaliya Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê berdewam nake.

Serok giştî yê Desteya Bilind a Danûstandinên Jenêvê bang li rayêdarên Ewropa jî kir û got, vegerandina penaberên sûriyê ji Ewropa bo Tirkiyê nabe çareserî û divê ev kirîz bê çareserkirin.

Hicab îro li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Sûriye û herwiha guftûgo û danûstandinên Jenêvê ya li ser çareserkirina kirîza Sûriyê hatin nirxandin.

Barzanî piştevaniya xwe jî ji bo her hewlek ku bibê sedema dawî anîna bi êşên gelê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nîşan da.