Alozî û nakokiyên hilbijartinên herêmî li Bakûrê Kurdistanê didome

Agirî (Rûdaw) – Li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê ku ji ber encamên hilbijartinên herîmê yên 30ê Adarê alozî derketiye, çûyîn û hatina nav bajêr û navçeyên wê ji aliyê dozgariyê ve hat qedexekirin. Ji aliyekî din, hilbijartina navçeya Norşînê ya Bedlîsê hat betalkirin.

Ji piştî ku encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê hatine ragihandin ve heta niha li bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê di navbera partiyên AKP û BDPê li ser encamên hilbijartinan nakokî derketiye.

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan, namzedê BDPê Sirri Sakik li hember namzedê AKPê biser ketiye lê AKP vê encamê qebûl nake û li gorî agahiyan, heta niha 15 caran bertek nîşanî encamên hilbijartinan daye û daxwaz hijmartina dengan kiriye.

Hat zanîn, hijmartina cara 15emîn heta niha jî didome lê çûyîn û hatina nav bajêr û navçeyên bajêr ji aliyê dozgeriyê ve hat qedexekirin û ev çend roj in gellek hêzên polîs û ewlehiyê li nav bajêr û derdora wê hatine komkirin.

Ji ber qedexekirina çûyîn û hatinê, welatiyên ku ji navçeya Bazîdê ya Agiriyê bo piştgiriya BDPê hatibûn nekarîn derbasî nav bajêr bibin.

Her wiha hat gotin ku Encumena Hilbijartinê ya Bedlîsê piştî ku dengên navçeya Norşînê bo cara sêyemîn hatin hilbijartin, biryara betalkirina hilbijartina wê derê da.

Li gorî biryara encumenê, dê cardin hilbijartin were lidarxistin û roja hilbijartina nû jî 1ê Hezîranê ye.

Li navçeya Norşînê, namzedê BDPê li hember yê AKPê bi ser ketibû lê AKPê ev encam qebûl nekiribû û bertek nîşan dabû.