Rêwiyên deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) gazindan dikin

Zaxo (Rûdaw) – Li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ê navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê re rojane nêzîkî 10 hezar kes tê û diçe. Kesên ku ji deriyê han re derbas bi taybet şofêr gazindan ji wê dikin ku dema derbas dibin tûşî tengavî û arîşeyan dibin.

Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ku li aliyê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jê re dibêjin, deriyê sînorî yê Xabûrê, di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê-Tirkiyê de ye û deriyekî navdewletî û girîng e.

Deriyê han li aliyê Başûr nêzîkî bajarê Zaxo û li aliyê Bakûr jî nêzîkî bajarê Silopî ye û rojane nêzîkî 10 hezar kes tê re derbas dibin.

Kesên ku ji Başûr derbasî Bakûr û Tirkiyê dibin, gazindê wê dikin ku dema derbas dibin tûşî astengî û arîşeyan dibin ji ber ku gellekî tên gîrokirin…