RIHA - Gule li berbijêrê muxtariyê û kurê wî reşandin: Miriyek û birîndarek

04-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bêrecûk Muxtarî Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ji ber sedemeke nediyar di nav zeviyê de bi çekan êrişî berbijêrê muxtariyê û kurê wî hat kirin.

Di encamê de bav canê xwe ji dest da û kur jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan li gundê Akpinarê yê navçeya Bêrecûkê dema bav û kurê xwe di nav zeviyê xwe de dixebitîn rastî êrişeke çekdarî hatin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û tîman her 2 kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Tevî hemû midexaleyan kesê bi navê Kenan Oktay canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê muxtarê gund û 2 kesên din hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst