Li Mereşê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbistanê ya parêzgeha Mereşê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li Elbistanê erdhejekê rû daye.

Li gorî AFADê, erdhejê demjimêr 11:26an rû daye û hêza wê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,0 kîlometre bûye.