Bakirhan li Çewlîgê axivî: Deng medin kesên ku heqaretê li Şêx Seîd dikin

04-03-2024
Nîşan Tuncer Bakirhan Çewlîg Şêx Seîd DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir ku li parêzgeha Çewlîgê yek tabelaya bi Kirmanckî nemaye û ti cadeyeke bi navê pêşengên Kurd nîne.

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan doh li Çewlîgê axivî.

Tuncer Bakirhan bi bîr anî ku li Çewlîgê yek tabelaya bi Kirmanckî (Kirdkî/Zazakî) nemaye û xwest ku xelk dengê xwe nede kesên ku heqaretê li rêberên Kurdan û zimanê Kurdî dikin.

“Kesekî ku Zaza be pişta xelkê xwe digire”

Bakirhan di axaftina xwe de rexne li serokê niha yê Şaredariya Çewlîgê girtin ku AK Partiyî ye û got:

“Li vî bajarî bi sedan kesên me yên navdar hene ku canê xwe ji dest daye.

Navê tu rêberekî Kurd li kolan û cadeyan nehatiye kirin lê dema diaxivin, efendî dibêje ‘Ez Zaza me.’

Kesekî ku Zaza be pişta xelkê xwe digire û tê vê meydanê.

Yê ne li vê derê be, ne Zaza ye û ne jî xizmeta Kurdan dike.”

Hevserokê DEM Partiyê bi bîr xist ku AK Partî û MHP hevpeyman in pê de çû:

“Ew zimanê we nahesibînin û dibêjin, ‘Ey gelê Kurd, werin deng bidin me, bila MHPya ku heqaretê li zimanê Kurdî û Şêx Seîd dike, bibe hevbeşê şaredariya we.’”

Bakirhan ragihand ku roja 31ê Adarê neviyên Şêx Riza û Şêx Seîdê Pîran, şaredariyê radestî hinek kesan nakin ku heqaretê li rêber û zimanê wan dikin.

Di hilbijartinên sala 2019an de AK Partiyê li Çewlîgê ji sedî 38,6ê dengan bi dest xistin û postê serokê şaredariyê wergirt.

Herwiha rêjeya dengên HDPyê ji sedî 30,4 û rêyeya dengên MHPyê jî ji sedî 26,9 bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst