Dayîka şervanekî bangî Mazlûm Ebdî kir da ku kurê wê lê vegerîne

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke ji Kobaniyê ji Fermandeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî xwest ku kurê wê ji nava HSD bê vegerandin.

Dayîka şervanekî Cemîlê Silo ya ji Kobaniyê pêwendî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kir û xwest ku bi rêya Rûdawê deng xwe bigihîne Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî.

Cemîlê Silo bangî Mazlûm Ebdî kir da ku kurê wê yê bi navê Mistefa Xalid Cîlo lê vegerîne

Li gorî gotina Cemîle Siloyê, temenê kurê wê ji 18 saliyê kêmtir e û hevjînê wê jî nikare debara jiyana malbata xwe bike.

Cemîle Siloyê herwiha da zanîn ku pêwîstiya wan bi karê kurê wan heye ji bo debara jiyana wan.

Bi gotina Cemîle Siloyê, Mistefa Xalid Cîlo ji salekê ve tevlî HSDyê bûye û hîn venegeriyaye malê.