Bafil Talebanî li ser PKK û Tirkiyeyê axivî

04-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî PKK Tirkiye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser PKK û Tirkiyeyê got, “PKK ne dijminê YNKyê ye û divê Tirkiye êrişên xwe rawestîne.”

Herwiha Talebanî tohmetên Tirkiyeyê yên ku “YNK piştgiriyê dide PKKyê” jî red kirin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî îro li Bexdayê beşdarî Foruma Navenda Diyalogê ya El Rafîdeynê (RCD) bû.

“PKK ne dijminê me ye”

Bafil Talebanî li ser PKK û got, “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne dijminê me ye. Li Herêmê Kurdistanê dijminên me nînin.

Em piştgiriyê nadin ti grûpên çekdar lê dîsa jî êrişên Tirkiyeyê yên bi dronan didomin.”

Li ser êrişên Tirkiyeyê Bafil Talebanî ji bo diyalogê bangî Tirkiyeyê kir û got, “Divê Enqere çalakiyên xwe yên ewlehiyê binirxîne û me wekî dijmin nebîne.”

Herwiha Talebanî tekez kir ku Hikûmeta Îraqê dikare derbarê êrişên Tirkiyeyê de roleke baştir bilîze.

“Kes behsa hêzên Tirkiyeyê nake”

Serokê YNKyê Talebanî li ser hebûna hêzên Amerîkayê û yên din ên wiha axivî:

“Tim behsa hêzên Amerîkayê yên li Îraqê dikin lê kes behsa hêzên Tirkiyeyê nake.

Amerîka li Îraqê ne dagirker e, divê di ewlehiyê bin. Niha em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin û divê em pêwendiyên xwe bi Amerîkayê re xurttir bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst