Mûş (Rûdaw) – Piyanîstê Kurd Bager Çalişçi yê ku nabîne û wek “Guhê bê qisûr” tê naskirin, li gorî otorîteyên muzîkê xwedî qabiliyeteke bê hempa ye.
Heta hinek wî wek “deha” bi nav dikin. Bagerê ku xelkê Mûşê ye û li wir niştecî ye ji ber nebûna derfet û piştgiriyê bi derfetên kêm û bi saya bavê xwe hewl dide ber bi xeyalên xwe ve bimeşe.
Lê tevî ku beriya çend salan ji nişkê ve bala herkesî bi ser xwe ve kişandibû niha kes ne pirsa wî dike û ne jî ew qabiliyeta piyanoyê ya nuwaze dikare ji xwe re rêyeke perwerde û pêşketinê bibîne.
Bavê Bager dide zanîn ku ji ber navê wî û ji ber Kurdbûna wî her kesî ew bê xwedî hiştiye.
Bavê wî herwiha got ku ew dê xaniyê xwe bifiroşe û koçî bajarekî mezin bike da Bager karibe perwerdeya pêwîst bibîne.
Navûdengê Bagera piyanîst li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav bûye
Beriya çend salan bi kelecaneke mezin hate zanîn ku dehayek, ango piyanîstekî derveyî rêzê li Mûşê hatiye dinê û li wir mezin dibe.
Bager Çalişçi yê nabîne ku hinek kes wî wekî “Beethovên” bi nav dikin, bi qabiliyeta xwe ya piyanoyê bala gelek derdoran bi ser xwe ve kişandibû.
Demildest gelek hunermendên navdar xwe gîhand wî û xwest wî tevlî karên xwe bikin.
Piyanîstê navdar Fazil Say jî wê demê li hemberî qabiliyetê Bager heyirî mabû.
Serokkomarê Tirkiyê bi telefonê bi Bagerê re axiviye
Navû dengê qabiliyeta wî heta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî çû rabû pêwendî bi Bager re danî.
Axir gelek kes û derdor ji bo wî seferber bûn.
Lê hemû ew xêrecir bi dawî hat û Bager niha tenê bi piştgiriya bavê xwe hewl dide li hêlekê dibistana xwe bidomîne, li hêla din jî qabiliyeta xwe pêş bixe.
“Ji kilamên dengbêjan hez dikim”
Piyanîst Bager Çalişçi got:
“Ji piyanîstan heri zêde ji Beythoven hez dikim. Ji kilamên dengbêjan jî zaf hez dikim.
Min pir hindik perwerdehiya piyano yê sitandi ye lê li vê derê ji ber ku cihê perwerdahiyê tune ye gelekî zehmet e.
Cihê perwerdehiyê bi tenê li bajarên mezin hene. Xeyalê min ew e ku helbestan çêbikim. Dixwazim bibim bestekar û li dinyayê koseran bidim.”
Bager niha 12 salî ye û ji her alî ve diyar dike ku hêzeke cûda û bêhempa di nava xwe de dihewîne.
Ew hêz, dema tiliyên wî digihîjin piyanoyê xwe dide der.
Li gorî ku malbata wî dibêje dema ew du mehî nîv bûye ji ber êşa çavan bê navber giriyaye û bavê wî jî telefon daye ber guhê wî û muzîk lêxistiye.
Bager xwedî hêz û hest û qabiliyeteke muzîkê ya taybet e
Bager dema dengê muzîkê dibîhese yekser girî tê birîn û dema stran bi dawî tê dîsan qajewaja wî li malê belav dibe.
Bi vî awayî malbat fam dike ku Bager xwedî hêz û hest û qabiliyeteke muzîkê ya taybet e.
Paşê jî mamosteya wî ji bavê wî re dibêje berê wî bide piyanoyê.
Dema Bager biçeke din mezin dibe û fêrî piyano dibe, wek ku kaniyeke bihêz ji hinava çiyayekî der bibe, ew dehaya muzîkê jî xwe der dike.
Bager Çalişçi herwiha got, “Kesî bo perwerdahiya min alikari nedaye.
Me ji gelek kesan alikarî xwest lê mixabin kesî alikarî neda. Hewqas destek didin lê çima nadin min. Min ev fam nekiriye.”
Bager stranên Şakiro, besteyên Mozart, Bach, Beethoven û hin besteyên ku lêxistina wan tenê ji bo kesên dahî pêkan e jî weke bixwe honandibe lê dixe.
Li hêla din dest pê kiriye ku besteyên xwe bixwe jî çêke.
Piştî belavbûna navûdengê qabiliyeta wî Erdogan piyanoyekê wek diyarî ji bo wî dişîne û bi rêya telefonê bi Bager re qise dike û hêviyên xwe yên ji wî tîne ziman.
Soz û piştgiriya ji bo Bager tên jibîrkirin
Lê piştî demekê hemû ew soz û piştgiriya ji bo Bager tên jibîrkirin û ew qabiliyeta nuwaze bi tena serê xwe dimîne.
Ji destpêkê ve palpiştê wî yê tekane ango bavê wî radibe dev ji mamostetiyê berdide da li hêlekê ji nexweşiyên kurê xwe re çareyekê bibîne û pê re jî rêyekê li ber qabiliyeta wî veke.
Li gorî wî, sedema ji bîrbûna Bager navê wî û Kurdbûna wî ye.
Bavê wî bi çavên girî behsa bê derfetiyê dike û dibêje “Ez dê xanî û piyanoyê bifiroşim û koçî bajarekî mezin bikim da ew perwerde bibe.”
“Em dê xanî û piyanoyê bifiroşin herin bajarekî mezin”
Bavê Bager Mehmet Çalişçi jî got:
“Ji bo perwerdehiya wî li kû derê hêvîyek hebe em çune wê derê. Teva pêşî gotin temam em dê dest biavêjin, em dê alikarî bidin lê heya niha deng ji kesî derneket.
Lê em mecbur in rêyekî bibinin. Di medyayê de be cihê mezin, heta cem serokwezîr jî em çûn. Me got temam e ew dê rêyekî ji vî zarokî re bibînin lê deng ji kesî derneket.
Em dê xanî û piyanoyê jî bifiroşin herin bajarekî mezin. Dema em biçin bajarek mezin çi qasî zehmetiyên hebin dê îmkanên wê jî hebe. Em dixwazin wisa bikin.”
Mehmet Çalişçi bixwe jî mînekeke têkoşîna ji bo kurê xwe ye.
Ji bo ku Bager fêrî notayan bibe radibe bixwe elifbaya koran fêr dibe, paşê fêrî Bager dike da karibe notayan bixwîne.
Herwiha li ser huner û henermendên piyanoyê jî lêdikole, fêrî notayan dibe da karibe Bager bigihîne asoya ku heq dike.
Niha li şaredariyê di karekî de dixebite û li hêlekê jî li rêyeke xilaskirina kurê xwe digere.
“Min paşê nijadperestî fam kir”
Mehmet Çalişçi herwiha got:
“Min paşê nijadperestî fam kir. Heta hate sere min min nû fam kir. Ez pê re fêr bûm ku bi nijadperestî nêzîkahî heye. Lê ji vî aliyî de jî kesî alikarî neda me.”
Bêxwedîmayîn û bêderfetî him gelekî li zora wî diçe û him jî baskên wî bê qewet dihêle.
“Eger navê wî ne Bager lê Alparslan bûya niha hemû cîhanê behsa wî dikir”
Bavê wî dibêje eger navê wî ne Bager lê Alparslan bûya niha hemû cîhanê behsa wî dikir.
Eger ne ji ber Kurdbûnê bûya niha hemû cîhanê behsa Bager dikir û bi dilê zîz hêviyekê bi sazî û karsaz û dezge û heta desthilata Kurdan girêdide da ji bo ku Bager bibe piyanîstekî cîhanî yê Kurd, alîkariya wan bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse