Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku petrol tevlî Çemê Ceqceqê yê li Rojavayê Kurdistanê dibe ziyaneke mezin dide xelk û cotkarên herêmê.
Pitşî bombebaranên Tirkiyeyê boriya petrolê ya li rojhilatê Qamişloyê têk çûbû û petrol tevlî ava Çemê Ceqceqê bû.
Ji ber ku petrol tevlî çem bûyem ava çem pîs bûye û metirsiyeke mezin li ser jînegeha Rojavayê Kurdistanê çêkiriye.
“Di bombebarana Tirkiyeyê de boriyên petrolê têk çûn”
Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Munzir Silêman got, “25ê meha 12an a 2023yan, dagirkeriya Tirkiyeyê saziyên petrol û xizmetguzariyê yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin.
Di encamê de boriyên petrolê têk çûn û wêstgeha Gir Zîroyê ya petrol û gazê jinav çû.
Herwiha petrol tevlî ava parzûnkirinê bû, piştre diherike û tevlî ava Çemê Redê dibe.
Ji wir jî ava Redê tevlî Çemê Ceqceqê dibe û diherike heta digihê bajarê Heseke û li dawî tevlî gola bendava başûrê Hesekê dibe.”
Ji aliyê xwe ve, Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a li Cizîra Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên xwe ji bo parzûnkirina ava çem ji paşmayên petrolê û parastina zeviyên çandiniyê berdewam dike.
Herwiha desteyl hişyarî daye cotkaran û niştecihên li kêlka çem, da ku ava çem a pîs bikar neyinin heta ji karûbarên parzûnkirin û selametiya başbûna avê piştrast bibin.
“Pîsbûna avê bandoreke xerab li jîngehê dike”
Munzir Silêman wiha pê de çû, “Pîsbûna avê bandoreke mezin li jîngehê dike.
Herwiha di encamê de jî nexweşî derdikevin û bandoreke zêde li çavkaniyên av û çandiniyê yên navçeyê dike.
Ji ber petrol tevlî avê bûye û gelek madeyên pîs û ziyandar di nav de bandoreke xirab li avê dikin.
Herwiha masiyên gola bendava başûrê Hesekê jî zirarê dibînin.
Di heman demê de madeyên ziyandar ên petrolê li nav avê zeviyên çandiniyê jî jinav dibin.”
Li gorî Rêveberiya Xweser, êriş û bombebaranên Tirkiyeyê di Çiriya Pêşîn û Kanûna Pêşîna 2023yan û di Kanûna Paşîna 2024an de, hemû wêstgehên petrol û enerjiyê, sentralên avê û elektrîkê û saziyên xizmetguzariyê, jêrxan û serxana Rojavayê Kurdistanê jinav birine.
Di encam de zêdeyî 5 milyon kes di tariyê de mane û bi qasî yek milyar dolar zirar gihîşîtiya herêmê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse