Li Meletiyê xelk hewl dide berhemê xwe rizgar bike

04-03-2023
Rawîn Stêrk
Li Meletiyê xelk kelûpelên xwe ji bin kavilan derdixe da ku debara xwe pê bike
Li Meletiyê xelk kelûpelên xwe ji bin kavilan derdixe da ku debara xwe pê bike
Nîşan Erdheja Mereşê Meletî Erdhej
A+ A-

Meletî (Rûdaw) - Bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê salane bi hezaran ton mişmişan hinardeyî bajarên din û welatên din ên cîhanê dike. Lê ji ber vê erdhejê, rêjeyeke zêde ya mişmişan di bin kavilan de man. Beşeke welatiyên ku karê mişmişan dikirin, berhemê xwe yê salê li mala xwe kom dikirin, niha jî li nava kavilan digerin û hewil didin beşekî jê rizgar bikin da ku debara xwe pê bikin.

Welatî Huseyîn Barlas ji erdhêjê sax filitî. Malbata wî jî baş e, lê xanî bi ser tişt de herifi û xêra tiştekî nema. Ji ên mayî re rizq û zexîre lazim e. Barlas jî di binê kavilên xanî de lê digere. Bi deve kepçeyekê ser sivik kirine û paşê bi bêran gihîştin vî naylonî. Eger tacirek jî hebe û were mişmişên wî bikire, derê biharê lê vedibe.

Huseyîn Barlas dibêje: “Karesatek hatiye serê me, mişmişên me di bin kavilan de mane. Li vê derê tualet û cihê ser şûştinê nîne. Baş e hinek mirovên me li Erzerom, Sêwas û Dêrsimê hene xwarin ji me re anîne.”

Di erdhêjê de tenê ne canê xelkê lê bi deh hezaran heywan, bi sedhezaran ton zexîre û qezenca salê ya bi deh hezaran malbatan jî di binê kavilan de ma. Li gundê Tapraktepe yê Wêranşarê ya Meletiyê jî debar li ser mişmişan e. Meletiyê sala çuyî 100 hezar ton qeysî bo 120 welatan hinarde kiribû. Lê niha bajar bi giranî birîndar e.

Mixtarê Gundê Tapraktepeyê Îrfan Barlas jî diyar kir ku di erdhejê de her tişt serobin bûye û kes bi hawara wan ve neçûye û xelkê gund bixwe hinek cenaze û hinek kes bi saxî ji bin kavilan de derxistine.

Hatîce Elçîn li hêlekê bi êş û şîne ji berk u birayê xwe jidest daye, li hêlekê hewl dide qe nebe nivînên dayka xwe ji nava kavilan derxe lê li hêla din jî bi hêrs û kerb e. 

Welatî Hatîce Elçîn jî got: “Hatin lê ti alîkarî nekirin. Birayê min mir û kurê wî di nexweşxaneyê de ye. Ti alîkarî nehatiye, xelk li vê derê birçî ne. Av nîne, nan nîne, elektirîk nîne û tiştek nîne. Ev mirovên li vê derê dê çi bikin. Gundê me wêran bûye.”

Li gundê Topraktepe dora 350 xanî hebûn û hema beje çendek li ser xwe mane lê xêra wan jî nema ye. Nifûsa gund ku nêzî 800 kesîbû niha daketiye 40-50 kesî. 11 kes li gund di bine kavilan de mirin. Nêzikî mehek di ser erdhêjê re derbas bûye lê bêyî kesûkarên gundiyan yên li derve, deste tu kes û hêzan, nêzî wan nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst