Titûna Semsûrê di bin kavilan de ma

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çîlikan a Semsûra Bakurê Kurdistanê titûna ku ji bo hişkirinê bi banên xaniyan ve daliqandibûn di bin kavilan de ma.

Di 6ê Sibatê de li Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê bi mezinahiya 7,7 û 7,6an erdhej çêbûn û bandor li 11 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirin.

Ji deverên erdhejê lêxist yek jî navçeya Çîlikan a Semsûrê bû. Hin şêniyên li navçeyê debara xwe bi titûnê dikin jî zirar dîtin. Lewra wan ji bo hişkirinê titûn li banên xaniyên xwe daliqandibûn û di erdhejê de piraniya titûnê jî zirar dît û jê dahat ne mimkun e.

Mixtarê Taxa Bahçelîevlerê Mustafa Sariyê ku ew jî titûnê berhem tîne got ku ew biharê titûnê datînin û di meha cotmehê de jî dest bi berhevkirina titûnê dikin.

Mustafa Sari destnîşan kir ku titûna berhev dikin ji bo hişkirinê dadiliqînin û wiha domand: "Titûn bi qasî sê mehan ji bo hişk bibe daliqandî dimîne û ev yek jî piranî li banên malan tê kirin. Dema qala Çîlikan tê kirin titûna wê tê bîra mirov. Em bi titûnê debara xwe dikin, piştî ku banên xaniyan hilweşiyan titûn jî di bin de ma. Li vê derê her mal bi qasî 100 hezar lire pere ji titûnê qezenc dike lê niha ew jî çû. Li navçeya me salê bi qasî 30 ton titûn tê berhevkirin."

Ji şêniyên navçeyê Celal Akdag jî destnîşan kir banên xaniyên li navçeyê tijî titûn in lê ji ber metirsiyê kes nikare here û titûnê ji ban bîne xwarê.

Akdag herwiha da zanîn ku erdhejan tevlî xanî, avahî, dikan û wesayîtan zirar da titûna navçeyê jî.