Li Hesekê jinek di mala xwe de kuştî hat dîtin

04-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê termê jinekê di mala wê de hat dîtin, ew jin girêdayî bû.

Navê wê jinê Necah Keno ye, temenê wê 57 sal in, termê di metbexa mala wê de li taxa Qudat ya bajarê Hesekê ku di çargoşeya ewlekariyê de ye, hat dîtin.

Doktorê Şerî yê Hesekê Mihemed Seîd Şelal got, Necah Îshaq Keno bi hesinekî giran û tûj hatiye kuştin.

Mihemed Seîd Şelal dibêje, serê wê jinê gelek ziyan dîtiye, dev û çavên wê jî hatine têkdan û bi zorê dihate naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst