Ji Wanê çû Semsûrê û 12 rojan çay ji bo mexdûrên erdhejê çêkir

04-03-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekê Wanê ji roja sêyem ya erdhejê ve, bi tev erebeye xwe ya kirê kirî û minîbûsa xwe, 12 rojan li Semsûra Bekurê Kurdistanê bu. Wî bi şev û roj çay li ser zirarmendên erhejê û xwbexşan belav dikir.

Navê wî çayçî Recep e, niha ew vegeriyaye mala xwe li Wanê û dibêje, Hîna Dilê min li gel welatiyên Semsûrê ye. Yên kes û karên xwe ji dest dane, ez her li wan difikirim.

Recep Serek ê xelkê navçeya Tuşba ya Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi ocaxa ku kirê kiriye û vê minîbûsa xwe di roja sêyem ya erdhejê de xwe gihand Semsûrê 12 rojan li Semsûr bi şev û roj çay li mexdûrên erhejê û xwbexşan belav kir.

Welatî Recep Serek anî ziman, “Min erdhej dîtine, di salên 2000, 2011, 2020ê de, êşa wê çiqas mezine ez dizanim. Ez ji vir çûm Wanê min ocaxek çayê kirê kir. min çayê, şekir, berdaqên seferî û 4 cerên xazê kirîn. Piştî 10 demjimêra di sibeha sêyem ya erdhejê de ez li wir bûm û min dest bi çêkirina çayê kir.”

Recepê ku di mala wî de jî hîn paşmayên erdheja Wanê mayîn dilê wî li gel mexdûrên erdheja Semsûrê maye. ew vegeriya ye mala xwe lê wî hîn ew ji bîr nekirine.

Welatî Recep Serek got, “Dilê min li gel wan maye. Yên ku mexdûrê erdhejê ne, yên kes û karên xwe ji dest dayîn, ez her li wan difikirim. Tolefona çend kesan li gel min heye her roj nebe jî du rojan carekê ez telefonî wan dikim û rewşa wan dipirsim.”

Wî di nava 12 rojan de bi 160 kîlo şeker 65 kîlo çayê. 57 hezar çayê li xelkê vê parêzgehên belav kiri ye.

Ew dibêje, keyfxweşe ji ber wî kariye bi qasî hêza xwe ji mexdûrê erdhejê re bibe alîkar û di anv wê sermayê de çayeke germ bigihîne wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst