Li Rihayê bi sedan ajelên kovî tên dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, li navenda dermankirina ajelên kovî ku 10 sal pêştir hatiye avakirin, heta niha zêdetir ji 2 hezar ajelên pezkovî, keftar, sîxurê bi tîr, xezal, baz, bet, kund, rûvî û gur hatine dermankirin.

Li wê navendê, di serî de Riha ji parêzgehên wek Dîlok, Semsûr, Mêrdîn, Kilîs û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê hemû curên ajelên ji taqet ketine û birîndar bûne tên dermankirin.

Onur Inan, Berpirsê Şaxa Rihayê ya Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê dibêje, “Li vê derê em ajelên kovî yên birîndar derman dikin û dişopînin. Baytarên me dema pêwîst dibînin ameliyatan jî dikin. Ji bo vêya bingeha me jî temam e.”

Li navendê, ji bo şopandin û çavdêriyê çîpan bi lingên ajelên ku nifşê wan di bin xetereya nemanê de ne dixin û ligel taybetmendiyên wan li ser sîstema navdewletî tomar dikin.

Sait Ceylan ê Baytar jî dibêje, “Ajelên ku nikarin li xwezayê bijîn, birîndar bûne, bi taybetî yên li têlan qelibîne, bi çek birîndar bûne tînin vêderê û em wan derman dikin. Hin caran em ameliyatan jî dikin. Ji ber rewşa hinek ajelan xirab in em bi ameliyatan dermankirina wan dikin.”

Ajel piştî tên dermankirin û pêvajoya çavdêriyê bi dawî dibe, dîsan bo xwezayê tên berdan. Li navenda dermankirina ajelên kovî sala 2021 û 2022ê 459 ajel hatin dermankirin, ku 96ê wan bo baxçeyên ajelan hatin veguhestin û 143 jî dîsan bo xwezayê hatin berdan.