Helîkoptera leşkerî ket xwarê: Mirî û birîndar hene

04-03-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê ket û di encamê de 9 leşkeran canê xwe ji dest dan û 4 leşkerên din jî birînda bûn. Tîmên tendirustiyê bi cihê bûyerê hatin şandin.

Li gor agahiyên berdest helîkoptereke leşkerî ji cureya Cougar a Tirkiyê derdora dema ji navenda Çewlîgî ber bi navçeya Tetwana a Bedlîsê ve diçe dikeve xwarê.

Hat zanîn ku ew helîkopter saet 13:55 ji Fermangeha Hzêên Bejahî ya Çewlêgê rabûye biryar bû here navçeya Tetwanê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî derbarê bûyerê de ragihand: “Îro saet 14:25 peywendiya me ligel helîkoptera serbazî ya ji cureya Cougar ku ji Çewlîgê ber bi Tetwanê ve diçû qut bûye. Li herêmê firokeyên bêpîlot û firokeya CN-235 û helîkopterek li dest bi lêgerîna wê helîkoptera ketine kirine. Di encama lêkolînên me de derket holê ku firoke bi sedema qezayê ketiye.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha da zanîn ku di encama bûyerê de 9 leşkeran canê xwe ji dest dane û 4 leşker jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst