Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Awistralyayê yê li Tirkiyê îro li Şirnexê bû û serdana rêxistina HDPê jî kir. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî dibêje, di civînê de wan behsa rewşa Kurdan bi giştî û zext û astengiyên ku hene kir.
Balyozê Awistralyayê yê li Enqerê Marc Innes-Brown û şanda li gel geşteke serdanan bo bajarên Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin û di çarçova wê serdanê de ew şand îro (04.03.2021) li Şirnexê bû û li gel partî û saziyên sivîl yên li bajar civiya.
Yek ji wan navendên ku Marc Innes-Brown serdana wê kir rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû. Balyozê Awistralyayê ji aliyê parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û hevserokên HDPê yên bajar Sabuha Akdag û Sabahattin Denîz ve hat pêşwazîkirin.
Parlamenter Huseyîn Kaçmaz derbarê naveroka hevdîtina li gel Balyozê Awistralyayê de ji Rûdawê re axivî û ragihand ku rewşa Kurdan li navçeyê bi giştî mijara sereke ya civîna wan bû.
Huseyîn Kaçmaz got, “zêdebûna êriş û zextên li ser HDPê, hewldanên girtina wê ji aliyê AKP û MHPê ve, astengiyên ku ji aliyê desthilatê ve tên derxistin, biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) ya bo azadkirina Selahattîn Demîrtaş û azadnekirina wî ji aliyê Tirkiyê ve” mijarên din ên civînê bûn ku wan gotûbêj li ser kirin.
Di dewama axaftina xwe de Kaçmaz eşkere kir ku wan di civîna li gel Marc Innes-Brown de behsa rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê, metirsî û hewldanên bo pêkanîna yekrêziyekê di navbera Kurdan de jî kir û li ser helwesta Balyozê Awistralyayê jî got, “Şanda mêvan zêdetir pirsyar dikirin û dixwestin rewşa deverê bizanin ka çi diqewime!”
Balyozê Awistralyayê Marc Innes-Brown serdana bajarên Wan, Colemêrg û Bedlîsê jî kiribû û biryar e serdana bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî bike û li gel partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên navçeyê hevdîtinan pêk bîne.


