KURDISTAN – Hikûmetê hemû rêûresmên ayînî li mizgeft û kenîseyan ragirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serpereşetiya kombûneke taybet bi rûbirûbûna vîrusa Koronayê kir û di kombûnê de biryar hat dayîn, hemû rêûresmên ayînî li mizgeft, kenîse û perestgehan li seranserê Herêma Kurdistanê bên ragirtin.

Di kombûna de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, gotûbêj derbarê dawîn rêkar û amadekariyên rûbirûbûna Koronayê li Kurdistanê û pêdaçûna cîbicîkirina biryar û rênimayên tendirustiyê kir.

Li gor daxuyaniya derbarê civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, hikûmet6 di çarçoveya erkên xwe de her hewlekê dide bo paastina asayişa niştimanî, her çi pêwîst be dike bo parastina jiyan û selametiya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.

Her di vê kombûnê de 5 biryar hatin wergirtin;

-Ji rewangeha ku peyam û armanca sereke ya hemû olan, parastina giyan û laşê mirov e, herwiha bi sedema tomarkirina çend keyseke vîrûsa Koronayê li bajarê Silêmaniyê, ji bo xweparastinê, biryar hat dayîn ku tevahiya rêûresmên olî li mizgeft, kenîse û perestgehan bi gotara Înê ya mizgeftan jî li seranserî Herêma Kurdistanê heta demeke ne diyar bên ragirtin.

-Tekezkirina li ser berdewamiya dabînkirina hemû pêwîstiyên nexweşxaneyan, kerentîn û deriyên sînorî li Herêma Kurdistanê.

-Rênimayên pêwîst û zêdetir bo sînordarkirina çûnûhatinê li binke, bazge û deriyên sînorî werin girtin, bêyî ku bandorê li rawestandina tevgera bazirganiyê bike.

-Bo kêmkirina bargiraniya ziyanên ku bi sedema rêkarên xweparastinê bi ber xwedî cihên bazirganî dikeve. Encûmena Wezîran biryar da bi raspardina wezîrên pêwendîdar bi cibicîkirina rêkarên yasayî yên pêwîst bi riya pêdaçûnê bi kirê û baca dahata wan cihan û bi arasteya kêmkirina wan bi awayekî ziyanên darayî li ber çav werin girtin. Bo vê mebestê jî wezaretên peywendîdar rênimayên pêwîst bo asankariya cibicîkirina vê biryarê derdikin.

-Pêwîst e aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêkarên tenduristî li kampên koçber û penaberan bigirin. Ji bo vê mebestê jî hevahengî bi rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar re bê kirin.