Nêçîrvan Barzanî: Raperîn daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jiyaneke azad û serfiraz e

04-03-2020
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Raperîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê serkevtina Raperînê weke berhema xebat û qurbanîdana Hêza Pêşmerge, rola gel, yekitî û yekrêziya aliyên siyasî  û pêkhateyan û hemû xelkê Kurdistanê bi nav kir. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê parastina destkevtan weke erka her kesekî Kurdistanî dibîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera raperîna Başurê Kurdistanê ya sala 1991an peyamek belav kir û ragihand, “Raperîn ku yek ji serweriyên mezinên dîroka gelê me ye, derbirîna bawerî û daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jiyanekî azad û serfirazane û retkirina sîtem û zordariyê bû.”

Nêçîrvan Barzanî Raperîn weke belgeya zindî ya vê rastiyê bi nav kir ku, “yekrêzî û tebayî ya di navbera aliyan û pêkhatên Kurdistanê û aştevayî ya navxweyî, herdem gelê me ber bi serkeftin û serfiraziya zêdetir ve biriye.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye;

Cemawerê serbilind û xweragiriya Kurdistanê

Bi helkefta bîst û nehemîn salvegera raperîna bi rûmet ya Adara 1991, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyan li navxwe û derveyê Kurdistanê dikim.

Raperîn ku yek ji serweriyên mezin ên dîroka gelê me ye, derbirîna bawerî û daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo jiyaneke azad û serfirazane û retkirina sîtem û zordariyê bû. Ked û xebat û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û gedeyên gel û yekîtî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhatan û hemû xelkê Kurdistanê bû. Parastina destkeftan jî, erk û berpirsiyariya hemû aliyan û pêkhat û hemû take kesekî Kurdistane û wefadariyane ji bo giyanê pakê şehîdên me yên qehreman û hemû qurbaniyên rêya rizgariya meye.

Kurdistaniyên ezîz!

Giyanê xweragirî û berxwedana we ji bilî wê yekê ku we lêborîniyê li raperînê da nîşanda, heman ew kultûra mirovdostaneye ku îlhambexş û nexşerêya hemû berxwedan û şoreşên Kurdistanê bi raperînê ve jî bûye. Xebata we, herdem hilgirê bawerî û nerît û biha û cîhanbîniyekî bilind bûye ku hêjayî ewene nifş bi nifşa vî gelî, şanaziyê pêve bikin. Ewe raperîn û daxwaza we bû xûyakir ku zehmete hîç zebir û zeng û serkutkariyek bikarê rûmet û daxwaza gelê Kurdistanê ji bo jiyanekî serfirazane û armancên wê yên niştimanî bişkîne.

Kurdistaniyên xwedivî!

Raperîn belgeya zîndî ya wê rastiyê ye ku yekrêzî û tebayî ya di navbera aliyan û pêkhatên Kurdistanê û aştevayî ya navxweyî, herdem gelê me berev serkeftin û serfiraziya zêdetir ve biriye. Ji bo wê yekê ji bo pêkanîna hemû armancên me yên niştimanî û mîsogerkirina jiyanekî hêja bi xebat û qurbaniyên gelê me û paşarojeke geştir ji bo nifşa me, divê hewla hemû aliyan û pêkhatan û her take kesekî Kurdistanê li xizmeta zêdetir bi hêzkirina giyanê tebayî û bingehên pêkvejiyanê û lêborîn û aştîxwaziyê da bê.

Bila bîranîna raperînê û îradeya me, ûze û enerjiya zêdetir ji bo yekrêzî û tebayî û xizmetkirina gel û welat bibexşê.

Bilind û bi rûmet bê salvegera raperîna mezina adara 1991.

Silav ji bo giyanê pakê şehîdên raperîn û hemû şehîdên Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst