Li Bedlîsê 2 minîbûs lihev ketin: 20 koçber û 2 şofêr birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Elcewaz ser bi bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ji ber berfê minîbûseke ku koçber hilgirtibûn û yeke din lihev ketin û di encam de 20 koçberên Pakîstanî û şofêrên herdu minîbûsan birîndar bûn.

 

Bûyer îro Duşemê li ser rêya Elcewaz û Erdîşê qewimî.


Minîbûsa ku 20 koçberên Pakîstanî hilgirtibûn û bi aliyê Elcewaz ve diçû, ji ber berfa zêde li minîbûseke din da ku ji beramber ve dihat. Di bûyerê de 20 koçber û herdu şofêr birîndar bûn.


Li ser banga welatiyan tîmên tendirûstiyê gehiştin cihê bûyerê û birîndar bi ambûlansan veguhestin bo Nexweşxaneya Onkolojî ya Elcewazê, lê ji ber birîna şofêrê bi navê Yavuz Taştan giran bû, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê hat veguhestin.


Hat ragihandin ku rewşa birîndarên din baş e û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.