Li Wanê Mele Mistefa Barzanî hate bibîranîn

04-03-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, rewşenbîr û rûsipiyên Wanê bi merasimekê Mele Mistefa Barzanî bi bîr anîn.
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, rewşenbîr û rûsipiyên Wanê bi merasimekê Mele Mistefa Barzanî bi bîr anîn.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Wan Mele Mistefa Barzanî Bîranîn
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Di 40.mîn salvegera koça dawî ya wî de, Mele Mistefa Barzanî li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê hate bibîranîn.

 

Kakil Aslan yek ji wan kesan e ku şopa karwanê Mele Mistefa hêj di dilê wî de zindî ye. Lewre bavê wî pêşmergeyê Mele Mistefa bûye û di rêwîtiya ber bi Sovyetê de û di şer de jiyana xwe ji dest daye. Dema bavê wî dimire, ew 5 meh paşê ji dayik dibe.

 

Kurê pêşmergeyê şehîd, Kakil Aslan ji Rûdawê re dibêje: “Wextê derbas bûn çûne Makûyê, li wê derê eskerê Îranê hatiye pêşiya wan. Li wir 2 rojan bi eskeran re şer kirine. Nêzî sînorê Erezê, jê re dibêjin Çiyayê Gilîdaxê (Agirî). Wê wextê çûyî Rûsyayê, sala 1947, meha 6'an, ji 11'an heta 13'an şer kirine. Wê wextê bavê min ligel 4 kesan şehîd bûye. Navê bavê min di kitêba Mele Mistefa de Omer Mihemed Şerîf e. Rastiya wê bi xwe Mele Mistefa nivîsiye.”

 

Hin rewşenbîr û rûsipiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê Şêx Ebduselam, Mele Mistefa û Îdrîs Barzanî bi merasimekê bi bîr anîn.

 

Yek ji amadebûyên merasîmê yê bi navê Şêx Misbeh helbestekê di merasîma bîranîna Şêx Ebduselam, Mele Mistefa û Îdrîs Barzanî de dixwîne.

 

Dîroknasê Kurd, Kerem Serhedî ku pêşengiya sazkirina vê merasima bîranînê kiriye, ji Rûdawê re diyar kir ku wan pêşî xwestiye vê bîranînê li saloneke mezin çêkin lê parêzgariya Wanê destûr nedaye wan, ji ber vê yekê ew neçar mane ku di saloneke biçûk a Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de wê merasimê lidar bixin.

 

Kerem Serhedî dibêje: “Cih dane me. Heta cihê 500 kesan li wê salonê hebû. Lê mixabin paşê gitin em destûr nadin. Ji bo ku em vê bîranînê betal nekin me encax karî vî cihî peyda bikin. Ger piştî hilbijartinê bûya belkî qedexe nekirana.”

 

Rewşenbîr û rûsipiyên ku merasima bîranînê li dar xistin, dibêjin ger şert û mercên siyasî guncaw bibin ew dê saleke din hersê Barzaniyan bi merasimeke gelek mezin bi bîr bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst