Zarokekî Kurdê Êzidî yê birîndar ji Hesekê bo Duhokê hat veguhestin

05-03-2019
RÛDAW
 Ew zarok di şerê DAIŞê de li Baxoz birîndar bibû
Ew zarok di şerê DAIŞê de li Baxoz birîndar bibû
Nîşan Baxoz Zarok Birîndar Kurdê Êzidî Heseke Duhok Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Kurdê Êzidî ku di şerê dijî DAIŞê de li Baxozê birîndar bibû, bi rêya deriyê Sêmalka bo nexweşxaneyeke Duhokê hat veguhastin.

 

Berprisê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên Revandî, Hisên Koro Qayidî ji Rûdawê re da xuyakirin, ev zarokê ku herî dawiyê di şerê dijî DAIŞê li Baxoz birîndar bibû, ji nexweşxaneyeke Hesekê bo nexweşxaneyeke Duhokê hat veguhsatin.

 

Hisên Koro Qayidî daxwaz ji rayedarên Rojavayê Kurdistanê kir, ku tevahiya wan zarokên Kurdên Êzdî yên ku ji destê DAIŞê li Baxozê ji aliyê HSDê hatine rizgarkirin, bi rêya deriyê Sêmalka ji bo Başûrê Kurdistanê bêne şandin.

 

Qayidî wiha got: “Ev yek ji wan zaroka ye ku di Tebaxa 2014an de ji aliyê teroristên DAIŞê ve ligel malbata wî ji Şingalê hatibû revandin. Ev zarok di operasyona Baxozê de hatiye rizgarkirin. Ev li nexweşxaneyeke Hesekê dihat dermankirin lê me got baştir e ku li Herêma Kurdistanê bajarê Duhokê were dermankirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst