Hikûmeta Kurdistanê ji ber 'raperînê' bêhnvedan ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber salvegera serhildana sala 1991 a li Başûrê Kurdistanê, bêhnvenda fermî ragihand.

 

Sibe Duşemî 5ê Adara 2018an, 27mîn salvegera serhildana gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Beis a Iraqê ye, ku bi 'Raperîn' tê naskirin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkevata wê Raperînê, sibe Duşemî 5ê Adara 2018ê weke bêhnevdana giştî ragihand.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi boneya hatina salvegera destpêkirina raperîna mezin a gelê Kurdistanê, em hevniştimaniyan agahdar dikin, ku roja Duşemî 5ê Adara 2018ê li tevahiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe bêhnvedana fermî.”

 

Roja 5ê Adara 1991an, raperîna mezin a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ji navçeya Raniyeyê ve dest pê kir û piştre raperîn derbasî bajar, navçe û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê bû, bi awayekê ku heta dawiya meha Adarê, piraniya bajarên Başûrê Kurdistanê di raperînê de hatin rizgarkirin.

 

Ji ber ku Raperînê bo cara yekem ji Raniyeyê ve dest pê kir, Raniye bûye sembola raperînê û weke “Derwazeya Raperînê” tê binavkirin.