MÊRDÎN - Şahiya 8ê Adarê hat qedexekirin

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê qeymeqamiyê bi hinceta ku “ne guncaw e” destûr neda şahiya 8ê Adarê.

 

Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê di çarçoveya pîrozbahiyên 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji bo ku li qada Cumhuriyetê ya Artuklu ya Mêrdînê şahî li dar bixin, serî li qeymeqamiya navçeyê dan.

 

Qeymeqamiya Artukluyê bi riya polîsan bersiva “ne guncaw e” da jinan û destûr neda şahiyê.

 

Jin dê îro îtirazî biryara qeymeqamiyê bikin û careke din ji bo lidarxistina şahiya 8ê Adarê destûr bixwazin.

 

Roja Cîhanî ya Jinan roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. Di sala 1857an de Neteweyên Yekbûyî roja 8ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar qebûl kir.