FLAŞ - Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S li Efrînê hate girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa PYDê li Efrînê Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo binçav kir.

 

Nivîsgeha Ragihandinê ya Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDK-S) daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo li Efrînê hatiye destgîrkirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, roja 04.03.2017 demjimêr 03:00ê berê sibehê, hêzekê Asayîşa Efrînê girte ser mala Ebdulrehman Apo û ew bire cihekî nediyar.

 

Heman daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir, ku li nahiyeya Bulbulê ya ser bi Efrînê jî hêzekê girtiye ser mala Endamê Encûmena Navçeyî ya PDK-Sê Ednan Îbrahîm Cabo.

 

Nivîsgeha Ragihandinê ya Efrînê ya)PDK-Sê daxwaza serbestberdana Ehmed Sîno û Îdrîs Elo jî kir.

 

Tê zanîn ku ji roja 03ê Adara 2017an ve, gelek kesên endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê ji aliyê asayişa Rojava ve hatine girtin.