SILÊMANÎ – 6 dezgeh hatin girtin

04-03-2017
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li Silêmanî  6 dezgehên ku ne li gor rêbazên tendirustiyê û rêkarên qanûnî dixebitîn, hatin girtin.


Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê ragihand, ji ber ku li gor rêkarên pêwîst ên tendirustiyê nedixebitîn, 6 dezgehên şertaşxane (kuafor) û navendên bedewiyê dane girtin.


Serokê Serperiştiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê Dr. Adil Usman ji Rûdawê re diyar kir: “Dezgehên navborî ji ber ku rêbazên tendirustiyê û qanûnên wê tevnedigeriyan, biryara dadanê hate dayîn.”


Dr. Adil Usman aşkera kir, tevî navendên bedewî û salonên lazerê, 6 dezgeh hatine girtin.


Li gor agahiyên Rûdawê, Asayişa Silêmanî jî, ji bo dadana van dezgehan alîkariya berpirsyaran kiriye.









Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst