Xaça Sor: Çekên kimyawî bikar anîn

Bexda (Rûdaw) – Li rojavayê Mûsilê ji ber bikaranîna çekên kimyawê ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve 7 kes birîndar bûn.


Encûmena Xaça Sor a Navnetewî îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çekdarên DAIŞê beriya 2 roja li rojavayê Mûsilê li hemberî hêzên artêşa Iraqê çekên kimyawî bikar anîne.


Li gorî daxuyaniya Encûmena Xaça Sor a Navnetewî di encama êrişa bi çekên kimyawî de 5 jin û 2 zarok birîndar bûne.


Hat ragihandin ku tîmên bijîşkî yên bi ser Xaça Sor a Navnetewî li herêmê, dê alîkariya dermankirinê bide kesên bi çekên kimyawî birîndar bûne.


Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de beriya niha jî Hêzên Pêşmerge û hêzên biser ewlekariya Iraqê ve rastî êrişên bi çekên kimyawî hatibûn.


Hêzên artêşa Iraqê li rojhilatê bajarê Mûsilê di 25ê Çileyê de ku hatiye rizgarkirin laboratuara ceribandina çekên kimyawî dîtibûn.


Fermandeyê Hêza Dijî Terora Iraqê Ebdulwehab Sadî ji Rûdawê re ragihandibû ku wan li rojhilata Mûsilê laboratuara ceribandina çekên kimyawî dîtine û DAIŞê pisporên çêkirina teqemeniyên kimyawî birine wê derê.