Hikûmet deynên bê faîz dide esnafan

04-03-2017
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê da ku rewşa bazarên aboriyê zindîtir bike dê qrediyên bê faîz bide esnafan. Hikûmeta Tirkiyê dê di vê çarçovê de li 500 hezar esnafî 11 mîlyar lîre belav bike. Lê belê aborînas dibêjin eger ev pere ne ji bo xebatên bingehîn û teknolojîk, lê ji bo qrediyan were xerckirin ew dê di dahatûyê de kêşeyên mezintirîn derxîne holê.

 

Hikûmeta Tirkiyê dê qrediyên bê faîz bide nezîkî 500 hezar esnafî. Dê deynê qrediyan di 4 salan de bên dayîn û dê sala pêşîn ti deyn ji esnafan neyên xwestin.

 

Her esnaf dê li gorî cîroya xwe ya salane ji 10 hezar lîreyî heta 50 hezar lîreyî qrediyê werbigire.

 

Li gorî hikûmetê dê bi saya vê qrediyê bazara aboriyê zindîtir bibe. Mistefa Ayranci jî yek ji esnafên ku serî li vê qrediyê dayî ye.

 

Esnafê bi navê Mistefa Ayrancî ji Rûdawê re wiha got: “Di van  dawiyan de piçekî rawestan hebû. karên me xerab bûn. Qrediya dewletê baş bû. xwedê hez ke em dê bi vê qrediyê bi ser xwe ve werin. Ev qredî dê ji bo esnafan pir baş be.”

 

Aborînas dibêjin dibe ku ev qredî ji bo maweyên kurt bandoreke erênî li ser bazaran bikin. Lê eger ew qredî baş neyên bikaranîn di maweyên firehtir de ew dê bibin sedema kêşeyên mezintir.

 

Aborînas îsmet Şahîn jî got: “Hin cihên ku divê krêdî bên xerckirin hene. Eger esnaf ji deynên xwe vê krêdiyê bi kar bîne wê deynên wî zêdetir bibin. Ev xelet e. Di dahatûyê de ev dê bibe sedema kêşeyên mezintir.  Divê ev qrêdî ji bo pêwistiyên bingehîn, îstihdam û teknolojiyê werin xerckirin.”

 

Li gorî daneyên hikûmetê belavkirî heta niha 770 hezar esnafî serî li vê qrediyê dane. Lê belê ji van bi tenê 460 hezar kesî mafê wergirtina qrediyê wergirtine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst